29 January 2026 - 17:37
Ayetullah Remezanî:Ehlê Beyt(S)rizgarkera mirovahiyê ne /bêhurmetî li ser pîrozahîyan û Rêberê Şoreşa Îslamî xeta sor eme û hemû azadîxwazên cîhanê ye

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt(S) Wî di civîneke dilpakî de digel mîsyoner û giregirên başûrê rojhilata Asyayê, hevdem tekezî li ser pêwîstiya belgekirin û ravekirina kûr a dersên olî kir, û pêdviye ku nexşerêyeke çandî ji bo her navçeyekê ji bo rûbirûbûna qeyranên rewşenbîrî yên hevdem were amadekirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt(S)–ABNA–Komek ji endam û berpirsên komeleyên xwendekaran ên Endonezya, Tayland û Malezya, bi amadebûna li salona civînên Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (S) li Qumê, bi Ayetullah Riza Remezanî, Sekreterê Giştî yê vê civatê re civînek pêk anîn. Di vê civînê de, nûneran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û raporên li ser çalakiyên xwe yên li herêma Başûrê Rojhilata Asyayê pêşkêş kirin.
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (S) di axaftina xwe de bi giranî tekez kir ser pêwîstiya amadekirina belgeyeke stratejîk a çanda olî ji bo welatên herêmê, bi destnîşankirina rast a derfet û metirsiyan. Wî her weha bihêzkirina xalên hevbeş û pêşxistina danûstandinê bi saziyên olî yên olên din re, ji bo danasîna bi rêkûpêk a mekteba Ehlê Beyt (S) girîng nirxand û bi bîr xist ku tevgera berxwedanê beşek bingehîn ji nasnameya vê mektebê ye.
Hezretê Ayetullah Remezanî di destpêkê de bi xêrhatin û spasiya endam û berpirsên komeleyên xwendekaran ên Tayland, Endonezya û Malezya kir û hewlên akademîk û çandî yên wan ji bo lidarxistina vê civînê bilind nirxand. Wî diyar kir ku ev civîn destpêka rêyekê ye û pêdivî ye ku di pêşerojê de, ji bo her welatekî bi awayekî cuda civînên taybet bên lidarxistin, da ku pirs, şiyan û kêşeyan bi hûrgulî werin lêkolîn û şopandin. Di encamê de, divê karên hatine destnîşankirin ji nû ve werin nirxandin û li ser bingeha wan plansaziyeke hevgirtî were pêkanîn.
Pêwîstiya berhevkirina belgeyeke berfireh a çanda olî
Hezretê Ayetullah Remezanî got: Li gor şiyan û pêwîstiyên herêmî, divê “belgeya giştalî ya çanda olî” ji bo her sê welatên Tayland, Endonezya û Malezya were amadekirin؛ ji ber ku her yek ji van welatan xwedî taybetmendî û şert û mercên çandî yên cuda ne.
Wî bi bîr xist ku di sala 2005’an de chuyîna wî ya bo Endonezyayê, bû sedema nivîsandina nêzîkî 150 rûpel çavdêrî û têbînîyan, ku hêj nehatine weşandin. Di wê demê de têkilî bi komên mezin ên wekî “Nehdet el-Ulama” û “Muhammadiyya” re hatine avakirin، lê rêxistinên şîe yên wek “ABI” û “IJABI” hêj gihiştina hevgirtî û çarçoveya xwe ya fermî nehatibûn.
Di berhevkirina belgeya berfireh de, pêdivî ye ku derfet û kapasîteyên xwecihî bi awayekî rast werin naskirin û metirsî bi perspektîfeke patologîk werin analîzkirin. Her weha, divê çend stratejiyên makro bên destnîşankirin û ji bo her stratejiyekê rêgez û planên pêkanînê werin diyarkirin.
Rewşa Malezya û Tayland
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (S) di derbarê rewşa Malezya û Taylandê de got: Li Malezyayê, ji ber nebûna têgihiştina hevdu û rûdana hin bûyeran, şaşgihiştin çêbûne. Lê bi girêdana li ser mijarên hevpar, wekî pirsgirêka Filistînê û mijara lihevhatina olan, dikare bingehek ji bo danûstandin û diyalogê were çêkirin. Heke mekteba Ehlê Beyt (S), Nehc el-Belağe û Sehîfe Secadiye bi awayekî rast werin nasandin, dê bi awayekî xwezayî eleqe û qebûlkirin çêbibe.
Li Taylandê jî, ji serdema Şêx Ehmedê Qomî ve kapasîteyên erênî hebûne؛ lê di salên dawî de, pêdivî bi hebûna kesayetî û hêzên hevgirtî yên ku bikarin vê rêyê bi awayekî berdewam bişopînin, zêde bûye.
Nasandina mekteba Ehlê Beyt (S)، ne dabeşkerî
Hezretê Ayetullah Remezanî tekez kir ku armanca Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (S) “şîîkirin” bi wateya dabeşkirinê ne، lê nasandina rast، zanistî û dirust a mekteba Ehlê Beyt (S) ye. Wî got ku nasîna nerast a şîeyan dikare bibe sedema cudahiyên civakî û ev ne derfet، belku xetere ye.
Taybetmendiyên şîeyan li gor gotina Îmam Sadiq (s.x)
Wî di berdewamiya axaftinên xwe de amaje bi hedîseke Îmam Sadiq (s.x) kir û got ku şîeyên rast heşt taybetmendî hene. Sê taybetmendî bi qada zanîn û rasyoneliyê ve girêdayî ne:
1.    jîrbûn û biaqilbûn؛
2.    têgihiştin û fehmkirin؛
3.    hiqûqnasî û têgihiştina kûr a olê.
Pênc taybetmendiyên din bi qada reftar û çalakiyê ve girêdayî ne:
4. nermî û tolerans؛
5. sebir û berxwedan؛
6. dilsozî؛
7. înteraksiyon û lihevhatin؛
8. rastî û duristî.
Wî got ku îro tenê bi gotin û rîwayetan danasîna Ehlê Beyt (S) têr nake، belku civak bi reftar، exlaq û şêwaza jiyanê ya peyrewan dinêre.
Girêdana mekteba Ehlê Beyt (S.X) û tevgera berxwedanê
Sekreterê Giştî di dawiyê de tekez kir ku nasandina mekteba Ehlê Beyt (S.X) bê girêdan bi Îrana Îslamî û tevgera berxwedanê ramaneke kêm û xeternak e. Wî bi bîr xist ku Emîrê Mumînîn (s.x) fermand: “Dijminê zaliman binasin û alîkariya bindestan bikin.”
Wî her weha rolê girîng ê medya، cîhê virtual، perwerdeyê û berhemanîna naverokê bi zimanên zikmakî di pêşxistina armancên çandî de girîng nirxand û got ku stratejiya sereke divê perwerdekirin û amadekirina kesên çalak û zana be، ne tenê çalakiyên demdemî.
Di dawiyê de, Ayetullah Remezanî kêfxweşiya xwe ji bo hevrêziya nêzîk a di navbera Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (S) û Cemiyeta El-Mustafa (S) de nîşan da û armanca van civînan pêşxistina peywendîyên çandî û olî di navbera welatên herêmê de got.
...................

dawiya peyamê/
Tags
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beyt (S)
Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê
Tayland
Malaysia
Endonezya

 

Your Comment

You are replying to: .
captcha